Dengdayîna li derveyê Tirkiyê bi dawî bû
Welatiyên Tirkiyeyê yên li derveyî wî welatî dijîn û qeyda wan a hilbijartinê li derveyî welat e, ji bo dengdayîna Hilbijartina Parlamanteriyê ya Heyama 28an û Hilbijartina Serokomariyê ku di 27ê Nîsanê de dest pê kir, li 73 dewlet, 151 nûnertî û 16 navendan dengên xwe dan.

Li gor agahiyên çavkaniyên diplomatîk welatiyên Tirkiyeyê di hilbijartinê de li 73 dewlet, 151 nûnertî û 16 navendan li 5 hezar û 114 sandoqan dengên xwe dane.
Cîgirê Wezîrê Derveyê yê Tirkiyê Yasîn Ekrem Serim li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û tê de diyar kir ku li nûnertiyên derveyî wî welatî proseya dengdayînê temam bûye.
Yasin Ekrem Serim di peyama xwe de destnîşan kir ku gorî salên berê di dengdayîna hilbijartinê de rekor heye û got: “Ji bo ku we mafê xwe yê demokratîk di sandoqê de nîşan da û beşdar bûn, sipasiya we dikim.”
Hejmara dengên ku li nûnertiyên derveyî Tirkiyê û deriyên gumrukê hatine dayîn milyonek û 817 hezar û 10 e ku e ji sedî 53,18ê hejmara dengdêrên li dervayî welat (3 milyon û 416 hezar û 150) e.
Nûvekirina herî dawî: 13:59:13