HSDê girtina du çekdarên DAIŞê li Dêrezorê ragihand

HSDê ragihand, di operasyonekê de bi alîkariya Dije Terora Herêma Kurdistanê CTG û Hevpeymaniya Navdewletî, 2 çekdarên DAIŞê li Dêrezorê hatine girtin.

10 Gulan 2023 - 06:19
10 Gulan 2023 - 06:19
 0
HSDê girtina du çekdarên DAIŞê li Dêrezorê ragihand

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), di daxuyaniyekê de eşkere kir ku yekîneyên wan ên Antî Terorê bi alîkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û hêzên Dije Terorê yên Herêma Kurdistanê CTG operasyoneke hevbeş li dijî DAIŞê pêk anîne.

Li gor daxuyaniyê, operasyon li dijî şaneyeke DAIŞê û li bajarokê Siwer ê Dêrazorê hatiye kirin.

HSD dibêje, hêzên wan di operasyonê de 2 çekdarên DAIŞê girtine ku çendîn çalakiyên kuştin, terorkirina şervanan û rûspiyên navçeyê pêk anîne, herwiha karê qaçaxçîtiyê bi endamên DAIŞê dikirin.

HSDê herwiha dîmenên wê operasyonê belav kirine û diyar kiriye, hejmareke çek û teqemenî jî bi wan çekdaran re hatiye girtin.

Ev nûçe bi tevahî 523 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:14:28