Di 8 mehan zêdetir ji milyonek û 800 hezar geştiyaran serdana Hewlêrê kirine

Li gorî amarên Rêveberiya Giştî ya Geştûguzarê ya Hewlêrê, di 8 mehên îsal de zêdetir ji yek milyon û 800 hezar geştiyar serdana Hewlêrê kirine.

15 Îlon 2022 - 06:05
15 Îlon 2022 - 06:05
 0
Di 8 mehan zêdetir ji milyonek û 800 hezar geştiyaran serdana Hewlêrê kirine

Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Geştûguzarê Hewlêrê Îsmaîl Mînexan ragihand, hejmara geştiyarên navxwe, parêzgehên Iraqê û welatiyên biyanî bo Herêma Kurdistanê zêde bûye û di 8 mehên borî de milyonek û 810 hezar û 362 geştiyaran serdana bajarê Hewlêrê û derdora wê kirine.

Îsmaîl Mînexan destnîşan kir jî, ev hejmara bi berawirdkirina bi salên borî re, bi awayekî berçav zêde bûye.

Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Geştûguzarê Hewlêrê da zanîn jî, ji vê hejmarê, 383 hezar û 12 geştiyarên biyanî ji derveyî Iraqê hatine Hewlêrê.

Amaje bi wê jî da: “Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta hemecurkirina jêderên dahatê, bi awayekî baştir giringî daye sektora geştûguzariyê, ji bo vê mebestê jî gelek pêngavên çaksazî û asankariyan di vê sektorê de avêtine ku bandora wê li ser zêdebûna hejmara geştiyaran heye.”

Ev nûçe bi tevahî 631 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:30:15