Di şerê navbera PJAK û hêzên Îranê de pasdarek hat kuştin

Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê di navbera Sûpaya Pasdaran a Îranê û PJAKê de şer derketû di encamê de pasdarek nefret kuştin.

17 Hezîran 2023 - 09:48
17 Hezîran 2023 - 09:48
 0
Di şerê navbera PJAK û hêzên Îranê de pasdarek hat kuştin

Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ragihand ku roja Înê di şerê navbera gerîlayên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Sûpaya Pasdaran a Îranê de pasdarek hatiye kuştin.

Herwiha Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê jî di derbarê heman mijarê de ragihand ku li Merîwanê di şerê navbera gerîlayên PJAKê û hêzên Îranê de pasdarekî Îranê hatiye kuştin û 2 pasdar jî birîndar bûne.

Hengawê di derbarê şer de daxuyaniyek belav kir û tê de wiha dibêje:

“Şeva borî li gundên derdora Merîwanê di navbera hêzên Sûpaya Pasdaran a Îranê û gerîlayên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) de şerekî çekdarî derket û di encamê de herî kêm endamekî pasdaran jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.”

Ev nûçe bi tevahî 525 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:20:11