Li Wanê pevçûna li ser zozanan: 7 kes birîndar bûn

Li navçeya Miksê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê şivanên 8 taxan li ser zozanan pevçûn. Di bûyerê de 7 kes birîndar bûn.

17 Hezîran 2023 - 09:49
17 Hezîran 2023 - 09:49
 0
Li Wanê pevçûna li ser zozanan: 7 kes birîndar bûn

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê îro li navçeya Miksê ya Wanê di navbera şivanên 8 taxan de ji ber çêrandina zozanan nîqaş derket.

Piştre welatiyên wan taxan jî hatin nav nîqaşê û şer destpê kir. Di şer de herî kêm 7 kes birîndar bûn

Li ser agahdarkirinê hêzên ewlekariyê û tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê û tê gotin ku rewşa hinek birîndaran ne baş e û helikopter çûne daku wan veguhêzin nexweşxaneyê.

Herwiha çûn û hatina bo wan 8 taxan jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye qedexekirin.

Ev nûçe bi tevahî 480 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:44:34