Dijeteror a Kurdistanê 2 endamên DAIŞê girtin

Dije terora ser bi Civata Asayişa Herêma Kurdistanê dû endamên DAIŞê li Hewlêrê girtin.

18 Çile 2019 - 03:49
18 Çile 2019 - 03:49
 0
Dijeteror a Kurdistanê 2 endamên DAIŞê girtin

Rêveberiya giştî ya Dije terorê ya ser bi Civata Asayişa Herêma Kurdistanê ve, liser fermana dadwer û piştî çavdêriyeke hûr û baş Operasyonek serkeftî li bajarê Hewlêr encamdan û dû endamên grûbek terorîst ên DAIŞê girtin. Navên wan jî, Ehmed Ibrahîm Cedî' û Qehtan Elî Ehmed Cedî' ne, ku tawanbar di beşê ewlekarî ya rêxistina DAIŞê de kar dikirin.

Herwiha di wê Operasyonê de şeş bergumanên din hatin girtin û tevahiya girtiyan rêkarên yasayî ligel wan tên kirin.

Ev nûçe bi tevahî 1912 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:43:25