Macron: Hêzên Fransî li Sûriye û Iraqê dimînin

Serokê Fransayê dibêje, hêzên Fransî dê li Sûriyê û Iraqê bimîn in.

18 Çile 2019 - 03:39
18 Çile 2019 - 03:39
 0
Macron: Hêzên Fransî li Sûriye û Iraqê dimînin

Serokê Fransayê Emmanuel Macron di gotarekê de li bingeheke leşkerî li bajarê Touluse ji leşkerên Fransî re got, vekşandina Hêzên Amerîkî ji Sûriyê, divê wan ji armancên wan yên stratejî dûr neke, ku ew jî, jinavbirina yekcarî ya DAIŞê ye.

Herweha diyarkir, kuştina 4 leşkerên Amerîkî li Sûriyê li bajarê Minbic, tê wateya, ku DAIŞ li Sûriyê hîn bidawî nebûye.

Herweha Macron anî ziman, Hêzên Fransî ji bo şerê DAIŞ di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ, dê heta sala bê jî li Sûriyê û Iraqê bimînin.

Her vekşandineke zû ya hêzê jî, dê şaştiyek be.

Ev nûçe bi tevahî 1208 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:14:11