Dîplomasiya Nêçîrvan Barzanî ya li Enqereyê: Pêvajo, petrol û hilbijartin hatin gotûbêjkirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, doh bi serdaneke fermî çû Enqereyê û bi Hakan Fîdan û Recep Tayyîp Erdogan re civiya.

10 Cotmeh 2025 - 10:11
10 Cotmeh 2025 - 10:11
 0
Dîplomasiya Nêçîrvan Barzanî ya li Enqereyê: Pêvajo, petrol û hilbijartin hatin gotûbêjkirin

Di civînan de, ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, pêwendiyên dualî û rewşa herêmê mijarên sereke bûn.

Nêçîrvan Barzanî doh serê sibehê gihîşt Enqereyê û destpêkê de bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiya.

Piştî nîvro jî li Koşka Serokkomariyê ya Tirkiyeyê bi Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtineke ku saetekê ajot pêk anî.

Barzanî: Me hevkariya stratejîk gotûbêj kir

Serokê Herêma Kurdistanê piştî hevdîtina bi Hakan Fîdan re li ser tora civakî ya Xê got, "Me li gel Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re gotûbêj li ser hevahengiya berdewam a di navbera Îraq, Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê de kir."

Wî her wiha da zanîn ku wan tekezî li ser girîngiya hewlên herêmî yên hevaheng ji bo çareserkirina pirsên berjewendiya hevbeş û bipêşxistina seqamgiriyê li seranserê navçeyê kiriye.

Nêçîrvan Barzanî piştî hevdîtina bi Erdogan re jî diyar kir ku ew kêfxweş e û got, "Derfeteke di dema xwe de bû ji bo ku em nêrînên xwe li ser mijarên herêmî û pêwendiyên stratejîk ên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Tirkiyeyê re parve bikin.

Me her wiha behsa rêyên bihêzkirina zêdetir a hevkariya xwe û bipêşxistina aştî, aramî û geşedana herêmî kir."

Serokatiya Herêma Kurdistanê: Erdogan piştgiriya xwe dubare kir

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civînan de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku her du aliyan tekezî li ser xwesteka dualî ya ji bo pêşxistina pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re kiriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di civînan de mijarên wekî rewşa giştî ya Îraqê, pêvajoya siyasî, hilbijartinên Parlamentoya Îraqê rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û pêşhatên Sûriyeyê hatine gotûbêjkirin.

Mijara sereke ya civînan ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bû.

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin, "Her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku ev pêvajo xizmeta aramî û seqamgîriya Îraqê dike û di berjewendiya aboriya tevahiya Îraqê de ye."

Li gorî daxuyaniyê Erdogan berdewamiya piştgirî û piştevaniya welatê xwe ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê dubare kir.

Dema serdanê girîng e

Serdana Nêçîrvan Barzanî di demekê de ye ku gelek mijarên girîng di rojevê de ne.

Yek ji wan hilbijartinên parlamentoya Îraqê ye ku dê 11ê Çiriya Paşîn dê bên kirin.

Birêvebirê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Ziryan Rojhilatî li ser ziyareta Nêçîrvan Barzanî got, "Ji bo Tirkiyeyê girîng e ku bizane Herêma Kurdistanê dê piştgiriyê bide kê ji ber ku Tirkiye dixwaze Sûdanî di posta xwe de bimîne."

Mijareke din a girîng ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê ye.

Rojhilatî got, "Trump û Erdogan li ser kêmkirina îtxalata gaz û petrola Rûsyayê li hev kirine, ji ber vê yekê pêwîstiya Tirkiyeyê bi çavkaniyên alternatîf heye ku yek ji wan Herêma Kurdistanê ye."

Her wiha ev serdan di demekê de ye ku li Tirkiyeyê behsa pêvajoya çareseriyê tê kirin.

Serokê Navenda ORSAMê Kadîr Temîz ji Rûdawê re got, "Birêz Nêçîrvan Barzanî yek ji serkirdeyên herî bi bandor ên herêmê ye û bi taybetî di mijara danîna çekan û xwefesixkirina PKKyê de dikare bandoreke berbiçav bike."

Ziryan Rojhilatî jî amaje pê kir ku Serokê Herêma Kurdistanê di hêsankirina dan û standinên di navbera HSD û Tirkiyeyê de rola navbeynkariyê lîstiye.

Erdogan: Em lihevkirina petrolê bi kêfxweşî pêşwazî dikin

Serokatiya Ragihandinê ya Tirkiyeyê jî li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê di hevdîtinê de pêwendiyên Tirkiye,Îraq û Herêma Kurdistanê re û pêşhatên herêmî hatin nirxandin.

Mijarên sereke: Petrol û Rêya Bipêşketinê bûn

Erdogan da zanîn ku ew bi kêfxweşî pêşwazî li peymana di navbera hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ya di warê petrolê de dikin.

Wî her wiha destnîşan kir ku peyman li ser Projeya Rêya Bipêşketinê jî dê di demeke kurt de di berjewendiya tevahiya herêmê de be.

"Divê Îraq ji tûndiyê dûr bimîne"

Erdogan di hevdîtinê de anî ziman ku Tirkiye armanc dike ku aramî û seqamgîrî li herêmê hebe û dûrxistina Îraqê ji aloziyên tundûtûjiyê yên li herêmê gelekî girîng e.

Serokkomarê Tirkiyeyê da zanîn ku ew pêngavên ku Herêma Kurdistanê di vî warî de davêje dişopînin.

Recep Tayyîp Erdogan hêvî kir ku hilbijartinên Parlamentoya Îraqê ji bo tevahiya gelê Îraqê bi xêr bin û tekez kir ku ew aramî û ewlehiya Îraqê ji ya welatê xwe cuda nabînin.

Pêvajoya çareseriyê

Serokkomarê Tirkiyeyê her wiha ragihand ku ew di serkeftina pêvajoya çareseriyê jî de bi biryar in û got ku ew piştgiriya Herêma Kurdistanê ya ji bo yekparçebûna axa Sûriyeyê girîng dibînin.

Di hevdîtinê de Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Serokê Ragihandina Serokkomariyê Burhanettîn Duran û Serekşêwirmendê Polîtîkaya Derve û Ewlehiyê yê Serokkomariyê Akîf Çagatay Kiliç amade bûn.(rd)

 

Ev nûçe bi tevahî 36 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:31:05