Li derdora Şamê teqîn: 8 kes birîndar bûn

Di encama teqîneke li herêma "Sebîne" ya li gundewarê Şamê de, herî kêm 8 kes birîndar bûne. Sedema teqînê hêj nediyar e û lêkolînên berfireh ji bo eşkerekirina sedemên wê berdewam dikin.

9 Cotmeh 2025 - 10:27
9 Cotmeh 2025 - 10:27
 0
Li derdora Şamê teqîn: 8 kes birîndar bûn

Ajansa Nûçeyan a Sûriyê "SANA" da zanîn, "tîmên Parastina Sivîl 7 birîndar ji bin kavilên ku ji ber teqîna li sîloyên genim ên Sebîneyê çêbûbûn, derxistin û ew bo nexweşxaneyên Mûçtehîd û Selam ên li Şamê veguhestin."

Televîzyona "El-Îxbariye" ya Sûriyeyê jî da zanîn, teqîn êvara Çarşemê li herêma Sebîneyê, di nav komplekseke pîşesazî de ku aş û embar jî di nav de ne, pêk hatiye. Li gorî televîzyonê, di encama teqîna ku sedema wê nayê zanîn de, 8 welatî birîndar bûne. 

Li gorî heman çavkaniyê, tîmên hawarçûnê yên Parastina Sivîl yek ji birîndaran û welatiyan jî 7 birîndarên din rakirine nexweşxaneyan.

Parastina Sivîl a Sûriyê, li ser hejmara xwe ya platforma "X", wêneyên xebatên tîmên xwe yên li cihê bûyerê belav kirin û diyar kir ku "teqîn bûye sedema şewatê li sê cihan, tîmên agirkujiyê şewat vemirandin û niha operasyonên sarkirinê didomînin da ku agir ji nû ve dernekeve."

 

Ev nûçe bi tevahî 26 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:28:11