Dîrok, çand û folklora gelerî ya Colemêrgê tê tomarkirin

Gund bi gund, kolan bi kolan û li civatên dengbêjan digerin û dîrok, çand û folklora gelerî ya Colemêrgê tomar dikin.

26 Hezîran 2022 - 02:54
26 Hezîran 2022 - 02:54
 0
Dîrok, çand û folklora gelerî ya Colemêrgê tê tomarkirin

Colemêrga Bakurê Kurdistanê, ji aliyê çand, dîrok û folklora gelerî ya Kurdi ve gelekî dewlemend e. Bi taybetî dengbêjî ku dîrokeke Kurdan a zindî ye û çêkirina mehfûrên Kurdî ku kevneşopiyeke hezar salan e û çêkirina xwarinên herêmî tên tomarkirin û arşîvkirin.

Rêveberê Saziya Çand û Geştyariya Colemêrgê İdris Agacanoglu got “Colemêrg bi pircurî û dewlemendiya çandî ve bajarekî diyar e. Mijareke gelekî girîng heye, ku çanda Colemêrgê wek berî hezar salî di nav gelê me de dijî û hê jî berdewam e.”

Ev nûçe bi tevahî 953 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:18:55