''Rêbaz (Felsefeya Barzanî)'' ya Bûbê Eser bi Tirkî Hate Wergerandin
Pirtûka “Rêbaz (Felsefeya Barzanî)”, ku Bûbê Eser nivîsand û Diyar Kurdî wergerrand, bi navê Weşanxaneya Akademiya Zîlan hate weşandin. Ev berhem li ciwanên ku nikarin bi kurdî bixwînin, felsefeya Barzanî nîşan dide.

Berhema girîng û ramanperwer a nivîskarê navdar Bûbê Eser, bi navê “Rêbaz (Felsefeya Barzanî)”, niha bi destê Diyar Kurdî hatî bi zimanê tirkî wergerandin. Armanca wê ev e ku ciwanên ku hîn bi zimanê kurdî nekarin bixwînin, bi rêya vê pirtûkê felsefeya û ramanên Barzanî bibin nas.
Weşanxaneya Akademiya Zîlan karê çapê pirtûkê li ser xwe girtûye, û ev berhem niha di rêya çapê de ye. Pirtûk bi hêvîyekê li ser xwendekarên kurd ku dixwazin ziman û nasnameya xwe bi awayekî nû fêm bikin, tê pêşniyarkirin.
Di peyama weşanxaneyê de hatiye gotin:
“Ev berhemê girîng dê bi xwendekarên ku bi kurdî dixwînin û yên nikarin bi kurdî bixwînin, hev peyda bike û felsefeya Barzanî bi gelemperî nîşan bide.”
Pirtûka “Rêbaz (Felsefeya Barzanî)” dê di navbera 18–26 Teşrîna 2025’an de li Pêşangeha Pirtûkan ya Amedê bi xwendekaran re hevdîtinê bike. Weşanxane hemû xwendekaran dawet dike ku herin pêşangehê û bê “Rêbaz” nemînin.
Nûvekirina herî dawî: 17:50:54