DMMEyê îtîraza Tirkiyeyê ya li ser Demîrtaş red kir
Panela Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) serlêdana Tirkiyeyê ya ji bo ji nû ve nirxandina biryara Selahattîn Demîrtaş red kir.

Bi vê yekê re, biryara DMMEyê ya derbarê binpêkirina maf û berdana Selahattîn Demîrtaş de misoger bû.
Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê meha borî, rojek berî bidawîbûna dema yasayî, îtiraz li biryara DMMEyê ya derbarê binpêkirina maf û berdana Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş de kiribû.
Wezaretê di îtiraza xwe de xwestibû ku biryara DMMEyê ya derbarê Demîrtaş de ji aliyê Daîreya Mezin a DMMEyê ve ji nû ve bê nirxandin.
Parêzerê Demîrtaş, Mahsûnî Karaman, piştî îtiraza Wezareta Dadê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kiribû.
Karaman di peyama xwe de gotibû: "Wezareta Dadê îtiraz li biryara DMMEyê ya li ser Demîrtaş kiriye.
Ji bo me ya bingehîn aştî ye, biratî ye, hiqûqa biratiyê ye; çi dibe bila bibe em dev ji van îdealên xwe bernadin."
DEM Partiyê daxuyanî da
DEM Partiyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Wekî ku tê zanîn, DMMEyê di biryara xwe ya 8ê Tîrmeha 2025an de ya derbarê girtina neheq a Demîrtaş ya di Doza Kobaniyê de, hemû neheqiyên di darizandinê de eşkere kiribû.
DMMEyê diyar kiribû ku girtina Demîrtaş bi sedemên siyasî berdewam dike û divê ew bê berdan."
Di daxuyaniyê de hat bibîranîn ku desthilatê di 8ê Çiriya Pêşîn de li vê biryarê îtîraz kiribû û wiha hat gotin:
"Di hevdîtina DMMEyê ya îro de, ev îtiraza desthilatê hat redkirin. Bi vî awayî, biryara derbarê Demîrtaş de misoger bû.
Divê li ser bingeha gelek biryarên DMMEyê yên heta niha û bi taybetî li ser bingeha biryara teqez a 8ê Tîrmeha 2025an, di serî de Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, hemû hevalên me bi lez bên berdan."
Nûvekirina herî dawî: 15:43:09




































































































































































