Donald Trump: Gelê Kurd hevpeymanekê pir mezin û jêhatî ye
Serokê Amerîkayê daxuyaniyek derbarê gelê Kurdan de da û got, gelê Kurd hevpeymanekê pir mezin û jêhatî ye.

Îro 12.07.2018ê di kongreyeke rojnamevanî de Serokê Amerîkayê Donald Trump bersiva pirsa peyamnêrê K24ê da û derbarê berdewamkirina alîkariyên Amerîkayê yên ji bo gelê Kurd û Pêşmerge de ragihand: “Kurd gelekî pir mezin e.”
Donald Trump ragihand: “Kurd cengawerên bê wêne, wêrek û jêhatî ne.”
Serokê Amerîkayê amaje bi hevpeymana di navbera Kurdistanê û Amerîkayê kir û ragihand, “Gelê Kurdistanê di piraniya pirsan de hevpeymanê me ne.’’
Nûvekirina herî dawî: 09:10:36