Droneke Tirkiyê li Dêrikê du otomobîl hedef girtin

Li gundê Xana Serê li nêzîkî Dêrika Rojavayê Kurdistanê, droneke Tirkiyê du otomobîl kirin armanc.

28 Hezîran 2022 - 03:21
28 Hezîran 2022 - 03:21
 0
Droneke Tirkiyê li Dêrikê du otomobîl hedef girtin

Serê sibeha Îro Sêşemê 28ê Hezîran 2022yan droneke Tirkiyê li gundê Xana Serê yê nêzîkî bajarê Dêrika Hemko li Rojavayê Kurdistanê, saet derdora 04.00 du otombîl armanc kirin.

Li gor agahiyên destpêkê birîndarên wê bûyerê hene.

Li gor çavkaniyên xwecihî, yek ji otombîlan a kesekî sivîl e. Birîndarên burdomanê jî bo nexweşxaneyan hatine veguhastin. Du ji wan ji bo nexweşxaneyên Qamişlo hatine veguhastin.

Ev nûçe bi tevahî 767 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:17:44