Duhok: Agir bi bazarê ket
Beriya niha bi demekê agir bi Bazar Çelê ya li navenda Dihokê ket.

Li gorî ragihandina ajansa Rudaw'ê li Duhok'Ê agirekî mezin bi bazarê ketiye û heta niha jî nehatiye kontrolkirin.
Ajansê da zanîn ku 20 tîm hewl didin agir vemirînin lê heta niha jî şewat berdewam dike.
Her wiha hat ragihandin ku agir girtiye hinek dikanan lê hejmara wan hîn ne diyar e.
Li hêla din, sivîlên ku çûne cihê şewatê jî hewl didin ku bi tîmên agirvemirinadinê re midaxeleyî şewatê bikin.
Tê nûkirin...
Nûvekirina herî dawî: 05:19:30