Ebadî: Em ligel Kurdan ber bi serdemeke nû ve diçin

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi boneya salvegera Komkujiya Helebceyê di peyameke xwe de dibêje: “Ligel Kurdan ber bi serdemeke nû ya biratî û hevkariyê diçin û bi hevre ji bo avakirinê pêngavan diavêjin.”

17 Adar 2018 - 06:00
17 Adar 2018 - 06:00
 0
Ebadî: Em ligel Kurdan ber bi serdemeke nû ve diçin

Heyder Ebadî di peyama xwe de dilsoziya xwe ji bo xizmên qurbaniyên Komkujiya Helebceyê nîşan dide û dibêje: “Iraq rijd e li ser asayiş û seqamgîriya gelê Kurd û di çarçoveya Iraqeke yekgirtî de garantîkirina mafên wan ên destûrî ligel hemû pêkhateyên din ên Iraqê.”

Ebadî amaje bi wê yekê dike ku “Iraq hemû pabendiyên navdewletî girtiye ber xwe ji bo jinavbirina paşmayiyên çekên kîmyayî ku rejîma berê li dijî Helebce û bajarên din ên Iraqê bi kar anîne”.

Ji kîmyabarana Helebceyê ya ku ji aliyê hikûmeta Beis a bi serokatiya Sedam Husên ve di sala 16ê Adara 1988an de hatibû kirin, 30 derbas bû. Ji ber kîmyabaranê zêdetirî 5 hezar kes şehîd bûn û zêdetirî 10 hezar kes jî birîndar bûn.

Ev nûçe bi tevahî 1550 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:20:47