Ebadî xwediyê planên birçîhiştin ê li hemberî kurdan e
Parlamentera kurd a li Bexdayê Eşwaq Caf di axaftina xwe de ragihand ku Heyder Ebadî xwediyê planên birçîhiştin ê li hemberî kurdan e.

Parlamentera grûba Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku cara sêyem li parlamentoya Iraqê ye Eşwaq Caf got: Di meseleya Kurdistanê de Heyder Ebadî xirabtir e ji Nûrî Malikî. Ew endezyarê cîbicîkirina pîlanên tund ên ji bo birçîkirina xelkê, lawazkirina Herêma Kurdistanê."
Di dema 4 salên derbasbûyî de Serokwezîr Heyder Ebadî pirsgirêkên darayî û hebûna milîtanên DAIŞê di berjewendiya xwe de bikaranî û ji bo wê yekê jî bi hênceta çareserkirina pirsgirêkan çend biryar derxistin.
Ebadî ji bo hilbijartinên xûla çarem a parlamentoya Iraqê hevpeymaniyek bi navê "Nesir" pêk aniye û herwiha ji bo propagandaya hilbijartinan serdana Herêma Kurdistanê jî kir.
Nûvekirina herî dawî: 19:15:38