Ehmed Şer ENKS vexwend Şamê: ENKS dê bi tenê here?
Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif li ser vexwendina ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê got, “Eger em bên vexwendin emê herin lê em dê aliyên din jî agahdar bikin.”

Li ser torên civakî lîsteyeke ku tê îdiakirin ji 15 endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) pêk tê û ji bo serdana Şamê hatiye amadekirin, belav bûye.
Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif diyar kir ku ew wekî ENKS xwe xwediyê Konferansa Yekrêziya Kurdî dibînin û tekez kir ku ew dê li ser bingeha wê konferansê tevbigerin û ew amade ne biçin Şamê lê ne bi awayekî ku zirarê bide yekrêziya Kurdan.
Di van rojên dawî de li ser medyaya civakî lîsteyeke ji 15 navan, ku tê de 5 endamên Desteya Serokatiyê ya ENKSyê û 10 sekreter û endamên partiyên din ên di nav ENKSyê de cih digirin, hat belavkirin.
Li gorî agahiyên nefermî, ev şand ji aliyê Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer ve ji bo civînekê hatiye vexwendin.
Ev yek di demekê de ye ku di 26ê Nîsana îsal de li Qamişlo “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” hatibû lidarxistin û tê de biryar hatibû dayîn ku şandeyeke hevbeş a Kurdî were avakirin.
“Em xwe xwediyê konferansê û nerîna hevbeş dibînin”
Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif beşdarî bultena ajansa Rûdawê bû û li ser mijarê axivî.
Yûsif derbarê lîsteyê tekezî li ser pabendbûna ENKSyê ya bi biryarên Konferansa Qamişlo kir û got:
“Ez dixwazim bibêjim, Encûmena Niştimanî ya Kurdî yek ji pêkhateyên sereke yên Konferansa 26ê Nîsanê ye.
Nîvê konferansê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ye, ew biryarên konferansê, programa encûmenê ye. Em xwe wekî xwediyên konferansê û nerîna hevbeş dibînin.”
Feysel Yûsif da zanîn ku aliyê hikûmeta nû ya Sûriyeyê bi wan re ketiye nava têkiliyan û wiha pê de çû:
“Îro jî dema têkilî bi me re kirin ji heyva 6an û beriya wê jî, her wextî me tekezî li ser wê şandeyê kir. Em dibêjin şandeya Kurdî, daxwaza Kurdî, nerîna Kurdî.”
“Em amade ne biçin Şamê”
Li ser pirsa ka gelo ew dê wekî ENKS bi tena serê xwe biçin Şamê yan na, Yûsif tekez kir ku ew ji bo çûyînê amade ne lê ne bi awayekî ku yekrêziya Kurdan lawaz bike.
Yûsif got, “Me got em amade ne. Wekî Encûmena Niştimanî ya Kurdî em amade ne.
Em wekî beşeke sereke ya siyaseta Sûriyeyê û pêkhateyeke siyasî, eger bê vexwendin emê herin, lê em dê aliyên din jî agahdar bikin, şandeya me ya hevbeş.”
Yûsif her wiha eşkere kir ku ew di vê mijarê de li gel Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî, aliyên Ewropî û Amerîkî di nava têkiliyan de ne û got:
“Em bi rêz Mezlûm Ebdî re dicivin, em bi Ewropiyan re dicivin, me bi Amerîkiyan re civîn kiriye.
Me daxwaz kiriye ku şandeyeke Kurdî hebe. Zimanhalê me her wextî şandeya Kurdî ye.”
"Em dilrihetiyê didin gelê Kurd
Berdevkê ENKSyê li ser metirsiya ku çûna wan a bi tena serê xwe bibe sedema parçebûnê di nava Kurdan de jî got ku ew ji vê yekê natirsin û ew dilrihetiyê didin gelê Kurd.
Feysel Yûsif anî ziman ku Serok Mesûd Barzanî jî her tim piştgiriya yekrêziya Kurdan kiriye û wiha axivî:
“Em dilrihetî didin, di demeke nêzîk de emê şandeyeke hevbeş ava bikin. Em dê bi rêz Mezlûm Ebdî re bicivin, em dê bi Ewropiyan re bicivin. Em temam jî li ser bingeha Konferansa 26ê Nîsanê ne.”
Nûvekirina herî dawî: 17:44:07