Îsraîlê li Qeterê li serkirdeyên Hemasê da
Li Dohaya paytexta Qeterê dengê çend teqînên bihêz hat bihîstin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan bi êrişeke asmanî serkirdeyên Hemasê kirine armanc.
Medyaya Amerîkayê û Îsraîlê jî amaje pê dikin ku şandeya dan û standinan a Hemasê bûye hedef.
Medyaya Îsraîlê ragihand ku şandeya dan û standinan a Hemasê li Qeterê bûye hedef û da zanîn ku ew li benda encamên êrişê ne.
Li gorî medyaya Amerîkayê, du serkirdeyên Hamasê li Qeterê bûne armanca êrişan.
Wezareta Karên Derva ya Qeterê jî êriş şermezar kir.
Daxuyaniya Artêşa Îsraîlê û ISAyê
Artêşa Îsraîlê û Ajansa Ewlehiyê ya Îsraîlê (ISA) bi daxuyaniyeke hevpar ragihand bêyî ku bi eşkereyî behsa Qeterê bê kirin ku wan bi "êrişeke hesas" serkirdayetiya bilind a Hamasê kirine armanc.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Bi salan e, van endamên serkirdayetiya Hemasê operasyonên rêxistina terorê dikirin û rasterast berpirsên komkujiya hovane ya 7ê Çiriya Peşînê ne û şerê li dijî dewleta Îsraîlê organîze dikirin."
Her wiha hat destnîşankirin ku beriya êrişê ji bo ku zerer negihîje sivîlan, tedbîr hatine standin û di êrişê de "cebilxaneyên hesas û îstixbarata zêde" hatine bikaranîn.
Di dawiya daxuyaniyê de hat tekezkirin, "Artêşa Îsraîlê û ISA dê bi biryardarî operasyonên xwe bidomînin da ku rêxistina terorê ya Hemasê ya ku berpirsê komkujiya 7ê Çiriya Peşînê ye, têk bibin."
Wezareta Karên Derva ya Qeterê jî derbarê êrişê daxuyaniyek da û ew êriş şermezar kir.
“Em êrişa tirsonek şermezar dikin”
Wezareta Karên Derva ya Qeterê di daxuyaniya xwe de got:
“Em bi awayî herî tund êrişa tirsonek ya Îsraîlê ya dijî îqametgeha hin endamên Buroya Siyasî ya Hemasê ya li Dohaya paytextê Qeterê şermezar dikin.”
“Serkirdeyên Hemasê filitîn”
Li aliyê din, têlevîzyona Al Jazeerayê ya ku navenda wê li Qeterê ye jî ragihand ku serkirdeyên Hemasê ji êrişê filitîne.
Nûvekirina herî dawî: 14:29:13