Ehmed Şera: Em şer naxwazin
Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera di hevpeyvîneke berfireh de ragihand, welatê wî naxwaze bikeve ti şeran û ji bo Îsraîlê an ti aliyekî din ne "gef" e. Herwiha tekez kir ku hikûmeta wî dê hemû rêyên qanûnî bi kar bîne ji bo darizandina serokê berê Beşar Esed.

Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera di hevpeyvîneke taybet de ligel bernameya "60 Deqe" ya kanala CBS a Amerîkî, ku roja Duşemê hat weşandin, helwesta hikûmeta nû ya Sûriyeyê li ser gelek mijarên navxweyî û navneteweyî aşkera kir.
Li ser pirsa derbarê darizandina serokê berê Beşar Esed, Şera da zanîn ku Şam "dê hemû rêyên qanûnî yên gengaz bi kar bîne ji bo daxwaza darizandina Beşar Esed bike".
"Sûriye Ji Bo Îsraîlê Ne Gef e"
Derbarê têkiliyên bi Îsraîlê re, El-Şera eşkere kir ku Îsraîlê du caran derdora Qesra Serokatiyê kiriye armanc û got: "Di carekê de ez ne li wir bûm, lê di cara duyemîn de ez li qesrê, nêzîkî cihê ku hatibû bombebarankirin, bûm."
Wî ev êrîş weke "ragihandina şer" bi nav kir û wiha pê de çû: "Armanckirina qesrê ji bo şandina peyamekê ye... Ev ne peyam e, lê ragihandina şer e. Lê Sûriye naxwaze bikeve nav şeran û naxwaze ji bo Îsraîlê an kesekî din bibe gef."
Têkildarî peymana ewlehiyê ya ku bi Îsraîlê re tê gotûbêjkirin, Şera mercek danî û got ku divê Îsraîl "ji her xala ku piştî 8ê Berçile dagir kiriye, vekişe."
"Ji Nû ve Avakirin 900 Milyar Dolar Dixwaze"
Serokê Sûriyeyê destnîşan kir ku ji nû ve avakirina Sûriyeyê dê di navbera 600 û 900 milyar dolarî de mesref hebe û "ev yek dê hewceyî alîkariya civaka navneteweyî bike."
Herwiha Şera banga rakirina cezayên li ser Sûriyeyê kir û got: "Cîhanê 14 salan li vê karesatê temaşe kir û nikarîbû tiştekî bike ji bo rawestandina vî tawanê mezin. Ji ber vê yekê, divê cîhan îro piştgiriyê bide Sûriyeyê. Her kesê ku rakirina cezayan asteng bike, hevparê kesên ku ev tawan pêk anîne ye."
Derbarê hilbijartinên giştî de, Ehmed Şera diyar kir, ew ê piştî ji nû ve avakirina binesaziyê û dabînkirina nasname û belgeyên fermî ji bo welatiyan, werin lidarxistin û tekez kir ku ew dixwaze "Sûriye bibe cihek ku her kes xwedî dengek be."
Nûvekirina herî dawî: 14:44:43