Elî Ewnî: Tevahiya şoreşên kurdan bo serxwebûnê bûye

Endamê Serkirdatiya PDKê Elî Ewnî dibêje, hinek aliyên siyasî bi wehma demokrasiya Bexdayê ketine, lê derfeteke zêrîn hatiye pêşiya Kurdan û divê em vê derfetê ji destê xwe bernedin.

17 Sibat 2017 - 09:28
17 Sibat 2017 - 09:28
 0
Elî Ewnî: Tevahiya şoreşên kurdan bo serxwebûnê bûye

Elî Ewnî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, şoreşên Şêx Ebdulahê Nehrî, Şêx Seîdê Pîran, Şêx Ebdulselam Barzanî û Şêx Mehûdê Hefîd hemûyan daxwaza serxwebûna Kurdistanê dikirin. Niha em li pêşiya 2 riyan e, yan vegera bo bin destê Bexdayê û yan jî serxwebûna Kurdistanê.

Elî Ewnî her wiha gotiye, êdî xelkê Kurdistanê razî nabin em vegerin bin destê Bexdayê û dibêjin kes nikare serxwebûnê ji me bistîne.Rojhilata Navîn di guhertineke mezin re derbas dibe û şert û mercên heyî derfeteke zêrîn çêkirine bo ragihandina serxwebûnê, lê ew aliyên ku dibêjin niha ne dema serxwebûnê ye, di xwena demokrasiya Bexdayê de ne, lê bi xwe jî dizanin ku xwesteka hemû gelê Kurdistanê, serxwebûn e.

Wî endamê serkirdatiya PDKê daye xuyakirin ku eger kurd dîsa vegerin Bexdayê, dibe ku heta demek kurt yên Bexdayê hinekî xwe nerm nîşan bidin lê eger dîsa bihêz bibin dê vegerin ser reftarên xwe yên niha û dê xerabtir jî bibin.

Ev nûçe bi tevahî 1412 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:00:08