Elî Zeydî: Min karnameya hikûmetê pêşkêşî Serokê Parlamentoyê kir

Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Elî Falih Zeydî karnameya wezarî ya kabîneya xwe pêşkêşî Serokê Parlamentoyê kir, bi merema haydarbûna parlamenteran û amadekariyan ji bo wergirtina dengê baweriyê.

8 Gulan 2026 - 10:44
8 Gulan 2026 - 10:44
 0
Elî Zeydî: Min karnameya hikûmetê pêşkêşî Serokê Parlamentoyê kir

Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Elî Falih Zeydî doh (Pêncşem, 7ê Gulana 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî "X"ê ragihand: "Min karnameya hikûmetê pêşkêşî Serokê Parlamentoyê kir."

Bernameya kabîneya nû ya hikûmeta federal dê radestî hemî parlamenterên Iraqê bê kirin, bi armanca nirxandin û liberçavwergirtina hûrgiliyan. Herwesa biryar e ku piştî vê pêngavê, navên hemî berbijarên postên wezaretan jî pêşkêşî Serokê Parlamentoyê bên kirin.

Her du aliyan tekez li ser girîngiya hevkarî û hevahengiyê kir, daku hikûmet dengê baweriyê werbigire û bernameya wê ya wezarî bê pejirandin. Wan tekez jî kir ku ev bername di çarçoveya destûr û qanûnê de dê bibe bingeha pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal.

 

Ev nûçe bi tevahî 50 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:22:19