Hûsî: Me derb li balafireke şer a Erebistana Siûdî xist

Hûsiyên Yemenê yên ku Îran piştgiriyê dide wan angaşt kir ku wan li asmanê parêzgeha Saadayê bi mûşekê li balafireke şer a Erebistana Siûdî ya "Typhoon" xistiye.

15 Cotmeh 2026 - 10:14
15 Cotmeh 2026 - 10:14
 0
Hûsî: Me derb li balafireke şer a Erebistana Siûdî xist
Arşiv

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî li ser kanala El-Mesîreyê ya girêdayî Hûsiyan daxuyaniyek da.

"Derbeke rasterast lê ket"

Yehya Serî di daxuyaniya xwe de got:

"Hêzên me yên çekdar beriya demeke kurt li asmanê parêzgeha Saadayê bi mûşekeke ji erdê ber bi asman ve balafireke şer kir armanc.

Derbeke rasterast li balafirê ket û li ber metirsiya ketinê ye."

Serî her wiha anî zimên ku ew balafir a Erebistana Siûdî ye û ji Baregeha Taîfê ya li rojavayê Siûdiyê rabûye.

Erebistana Siûdî heta niha li ser vê mijarê ti daxuyanî nedaye.

Li Senayê êrişên asmanî

Li aliyê din, televîzyona El-Mesîreyê ragihand ku ji asman ve êrişî Senayê paytexta Yemenê hatiye kirin.

Li ser encamên van êrişan heta niha ti agahiyên berfireh nehatine belavkirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 65 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:09:02