Êlıh: Otomobîlek li kamyonetekê qelibî… Kesek mir û 2 kes birîndar in

Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek li kamyonetekê qelibî û di encamê de kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.

11 Cotmeh 2024 - 07:48
11 Cotmeh 2024 - 07:48
 0
Êlıh: Otomobîlek li kamyonetekê qelibî… Kesek mir û 2 kes birîndar in

Li ser rêya Êlih û navçeya wê Hezoyê doh bi şev otomobîlek li kamyonetekê qelibî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîman 3 kesên ku di otomobîlê de asê mabûn derxistin.

Hat ragihandin ku şofêrê otomobîlê li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Tîman her du kesên birîndar jî birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Êlihê.

 

Ev nûçe bi tevahî 501 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:27:06