Em êrîşa li ser Şaxa Îzmîrê ya HDPyê şermzar dikin

Li gorî agahdarîyên ku di ragehandinê de belav bûye, îro(17.06.2021) kesekî bi çek avêtîye ser avahiya Şaxa Îzmîrê ya HDPyê , xebatkarekî HDPyê yê bi navê Deniz Poyraz bi guleyan kuştîye û agir berdaye avahiyê

17 Hezîran 2021 - 15:33
17 Hezîran 2021 - 15:33
 0
Em êrîşa li ser Şaxa Îzmîrê ya HDPyê şermzar dikin

Rêveberên Dewleta Tirkîyeyê bi sîyaset û gotar û helwestên xwe yên li dijî Kurdan, bingehê êrîşên bi vî rengî xurtir dikin.

Dewleta Tirkîyeyê dive dest ji sîyaset û gotarên xwe yêndijminane yên li dijî Kurdan, berdin û divê demildest hêzên li pişt vê êrîşê aşkere bikin.

Em vê êrîşa ku li ser Teşkîlata Îzmîrê ya HDPyê hatîye kirin, ew kesê êrîşkar û yên li pişta wî şermezar dikin.

Em sersaxîyê ji malbata Deniz Poyraz re, ji hemû rêveber û endamên HDPyê re dixwazin.

17.06.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Ev nûçe bi tevahî 804 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:12:20