Em êrîşên Dewleta Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê protesto dikin

Li gorî agahdarîyên gihîştine ber destên me, Sûpaya Pasdaran a Îranê, roja 09.09.2021ê, serê sibehê bi firokeyên bê firokevan û topan, bi bahaneya ku binkeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê lê hene, li herdu navçeyên sînorî yên Sîdekan û Balekayetî yên Herêma Kurdistanê, topbaran û bombedûman kirîye. Qaymeqamê Çomanê jî dibêje, ‘li gor zanyariyên destpêkê, ji xelkê sivîl tu ziyanên canî nebûye.’

9 Îlon 2021 - 14:31
9 Îlon 2021 - 14:31
 0
Em êrîşên Dewleta Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê protesto dikin

Ev êrîşên ku Dewleta Îranê yên li ser hidûdê Rojhilat û Başûrê Kurdistanêpêk anîne, êrîşên dagirkerane ne û nîşana tirsa rejîma Îranêya ji Hêza Pêşmergeyên Rojhelatê Kurdistanê ye.

Herweha Dewleta Îranê bi van êrîşan dixwaze Herêmê Kurdistanê tehdît bike, dixwaze aramî û pêşketina Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê têk bide.

Em êrîşên Dewleta Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê protesto dikin. Em li gel xuşk û birayên xwe yên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ne.

Em dibêjin parastina destkeftinên federe yên Herêma Kurdistanê wazîfe û berpirsyarîyeke neteweyî, niştimanî ya hemû kurdên cîhanê ne.

09.09.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Ev nûçe bi tevahî 881 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:49:06