PSK: 60 Saliya Şoreşa Îlonê Pîroz Be

Şoreşa Îlonê a di bin serokatiya PDK û Mela Mîstefayê Nemîr de destpê kiri bû, reşetariyê dagirkeran çirand û bû sterka geş di esmana Kurdistanê da.

11 Îlon 2021 - 10:08
11 Îlon 2021 - 10:08
 0
PSK: 60 Saliya Şoreşa Îlonê Pîroz Be

Şorêşa Îlonê xaleqeka qehîm e di zencîreyê xebata azadiya gelê me û bi pîtên zerîn di dîroka me da hatiye tomar kirin.

Şoreşa Îlonê destpêka şîn bûna dara azadiyê ye li Kurdistana Başur, ku bi xwîna hezaran Pêşmerge û tekoşerên gernas û qurbaniyên Enfalan hatiye avdanê.

Pêymana 11 Adarê û Raperîn û Hikumet û Parlamento û dezgeyên fermî yên Kurdistana Başur berhema Şoreşa Îlonê ne.

60 saliya Şorêşa Îlonê li gelê Kurd, li malbata şehîdan û Pêşmergeyên navsenger û tekoşerên azadîxwaz pîroz dikin û carekî dinê li ber hizura Mela Mistefa Barzanî û hemu şehîdên Kurdistanê qirnoş dibin.

Şorêşa Îlonê îro jî rêka me ronî dike.

11ê Îlona 2021

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Ev nûçe bi tevahî 676 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:07:48