Em wek jinên Kurdistanê qetlîama plankirî û nîjadperest ya li Konyayê hatîye kirin  rûreş dikin

Em wek jinên Kurdistanê qetlîama plankirî û nîjadperest ya li Konyayê hatîye kirin  rûreş dikin

31 Tîrmeh 2021 - 12:59
31 Tîrmeh 2021 - 12:59
 0
Em wek jinên Kurdistanê qetlîama plankirî û nîjadperest ya li Konyayê hatîye kirin  rûreş dikin

Li bajarê Konya ya Tirkîyeyê di êrîşeke nîjadperest de ji malbateke kurd 7 kes hatin qetil kirin.Ji vaba 3yê wan jin bûn.Ev qetlîama ne qetlîameke munferid e.Qetlîameke plan kirîye û berhemê sîyaseta rêvebirên Dewleta Tirkîyeyê ya nîjadperest a li dijî kurdan e.

Em wek jinên Kurdistanê van qatilên nîjadperest û wan hêzên ku ji van êrîşan re rê xweş dikin, çavên xwe ji wan re digirin rûreş dikin, protesto dikin. Miletê Kurd û jinên kurd ên ku beşek in ji vî miletî heta nuha li himberî tu qetlîaman

serê xwe netewandine, ji îro pê ve jî dê netewînin.

Em ji malbata Dedeogullari ya ku di vê qetlîamê de 7 canên xwe ji dest dane û ji gelê xwe re sersaxîyê dixwazin.

PAK JIN( Komîsyona Jinan a Partîya Azadîya Kurdistanê)

Ev nûçe bi tevahî 771 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:03:26