Encumena aborî ya xwedankarên Îmarat-Kurdistanê hat damezirandin
Di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de encumena xwedankaran hat avakirin û Îmarat dixwaze çendîn bankan bîne Kurdistanê.

Desteya weberhênanê (sermayeguzarî) ya Kurdistanê ragehandiye, serokê desteyê Mihemed Şukrî îro pêşwazî li konsulê giştî yê Îmaratê li Hewlêrê, Ehmed Zahirî kir.
Di civînê de behsa pêwendiyên aborî û bazirganî yên Kurdistan û Îmaratê hat kirin. Mihemed Şukrî jî kêfxweşiya nîşan da bo damezirandina encumena aborî ya xwedankarên Îmarat-Kurdistanê.
Konsulê giştî yê Îmaratê jî anî ziman ku ew dixwazin pêwendiyên xwe yên aborî bi Kurdistanê re berfireh bikin bo wê jî dê 6 bankên Îmaratê bînin Kurdistanê û armanca wan jî ew e sûdê ji berhemên çand çandinî yên Kurdistanê werbigirin.
Nûvekirina herî dawî: 19:49:38