Encûmena Wezîran rewşa darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj dike

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro dicive û tê de Wezîr dê rewşa darayî ya niha ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çend mijarên din gotûbêj bikin.

15 Adar 2023 - 05:09
15 Adar 2023 - 05:09
 0
Encûmena Wezîran rewşa darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj dike

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 15ê Adara 2023an bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive.

Li gorî daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyariyan, Xala yekem a civînê taybet dibe bi pêşkêşkirina encamên serdana Serokwezîrê Iraqa Federal Mihemed Şiya Sûdanî bo Herêma Kurdistanê bê terxankirin.

Di xala duyem de jî pêngavên herî dawî yên pejirandina yasaya bûdceya giştî ya Iraqa Federal tê pêşkêşkirin.

Di xala sêyem a civînê de dê rewşa darayî ya niha ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê were gotûbêjkirin.

Ev nûçe bi tevahî 640 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:55:23