Endamên nû yên Desteya Bilind a Lalişê hatin hilbijartin
Di kongreya 14emîn a Binkeya Rewşenbîrî û Civakî ya Lalişê de ku li Duhok a Herêma Kurdistanê bi rêve çû, 15 kes wek endamên nû yên Desteya Bilind a Lalişê hatin hilbijartin.

Roja Pêncşemê 4ê Tebaxa 2022an, 14emîn kongreya hilbijartina endamên nû yên Desteya Bilind a Lalişê bi rêve çû, di kongreyê de ku nûnerên hemû ofîs û şaxên binkeyê amade bûn, 15 kes wek endamên nû yên Desteya Bilind a Lalişê hatin hilbijartin.
Binkeya Rewşenbîrî û Civakî ya Lalişê ku yek ji navendên girîng ên Kurdên Êzidî ye, di sala 1993an de hatiye damezrandin, îro li bajarê Duhokê 14emîn kongreya xwe bi awayekî serkeftî li dar xist.
Rêveberê 14. kongreya Binkeya Rewşenbîrî û Civakî ya Lalişê Xidir Domlî ji Rûdawê re ragihand, îro Desteya Bilind a Lalişê hat hilbijartin û deste dikare biryarê bide îro serok, cîgirên serok û endamên din bên hilbijartin yan jî ji bo rojên pêş were taloqkirin.
Desteya Bilind a Lalişê ji 15 endaman pêk tê û ew kesên ku berî niha dengên ofîs û şaxên Binkeya Rewşenbîrî û Civakî ya Lalişê li deverên xwe bi dest xistine ku ev in:
1. Seîd Cerdo Metlo
2. Esad Reşîd Hifin
3. Munib Sîdo Çitû
4. Pakîze Hesen Qasim
5. Faris Îlyas Kitî
6. Cafer Simo Xelef
7. Seîd Xwedêda Elo
8. Diyarîn Xwedêda Xelef
9. Cuma Îlyas Selîm
10. Xelîfe Îlyas Selîm
11. Karwan Hacî Şimo
12. Dexîl Naîf Hecî
13. Xeyrî Îbrahîm Kuro
14. Dawid Murad Xwedêda
15. Nasir Çûkî Şerîf
Berbijêrê serokatiya desteyê û yek ji endamên hilbijartî yên Desteya Bilind a Lalişê Seîd Cerdo ji Rûdawê re ragihand, piştî kongreyê sê rojan dê post bêne diyarkirin û serok, cîgir û postên jî dê werin hilbijartin.
Seîd Cerdo her wiha diyar kir ku ew dê berdewam be li ser karê xwe yê berê û dê li ser rêbaza berê bin, gavên baştir di warê rewşenbîrî û civakî dê bavêjin li seranserê Herêma Kurdistanê bi taybetî di nav Êzidiyan de.
Endamên Desteya Bilind a Binkeya Rewşenbîrî û Civakî ya Lalişê beriya niha li ofîs û şaxan hatibûn amadekirin û di kongreyê de hatin erêkirin. Lîsteya ku ji 15 kesan pêk tê bêyî ku hevrikî çê bibe ji aliyê 400 endamên kongreyê ve hatin qebûlkirin.
Nûvekirina herî dawî: 19:05:59