Endamên PKKê êrişî baregeha leşkerî kirin: 4 kuştî û birîndar

Hat ragihandin li herema Kuyutepeya Şirnexê şervanên PKKê êrîşî baregehek leşkerî kirin, di encama êrîşê de 3 leşkerên tirk hatin kuştin, leşkerek jî brîndar bû ye.

16 Avrêl 2018 - 06:58
16 Avrêl 2018 - 06:58
 0
Endamên PKKê êrişî baregeha leşkerî kirin: 4 kuştî û birîndar

Hat ragihandin li herema Kuyutepeyê şervanên PKKê bi çekên lûledirêj êrîş birin ser baregehek leşkerên Tirkiyeyê. Di pevçûna di navbera endamên PKKê û leşkerên tirk de 3 leşker hatin kuştin, yek jî brîndar bû.

Herwiha li gor agahiyên berdest 3 leşkerên ku hatin kuştin û yê brîndar, ji heremê bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Ev nûçe bi tevahî 2420 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:18:51