Li nêzîkî Mehabadê şer: 4 gerîlayên YRKyê canê xwe ji dest da

Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ragihand ku di êrişa Supaya Pasdaran a Îranê ya li Mehabadê de 4 gerîlayên wan canê xwe ji dest daye.

1 Tîrmeh 2026 - 11:01
1 Tîrmeh 2026 - 11:01
 0
Li nêzîkî Mehabadê şer: 4 gerîlayên YRKyê canê xwe ji dest da

Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) daxuyaniyek belav kir û diyar kir:

"Roja 27ê Hezîranê, Supaya Pasdaran bi sûdwergirtina ji rewşa heyî û peymana Îran û Amerîkayê, bi çekên giran êrişî hêzên me kir."

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di encama şerê li Mehabadê de 4 endamên wan canê xwe ji dest daye ku 2 jê jin û 2 jî mêr in.

YRKyê her wiha destnîşan kir:

"Di pevçûnê de hejmarek endamên Supaya Pasdaran hatin kuştin û birîndarkirin."

YRKyê ragihand ku dê bersiva wan ji bo çalakiyên leşkerî yên Îranê cuda be.

Li hêla din, Biryargeha Hemzeyê ya Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku 4 endamên hêzên Rojhilatê Kurdistanê “li bilindahiyên di navbera bajarên Mehabad û Pîranşarê de mirine.”

Pasdaran eşkere kir ku cenazeyên gerîlayên YRKyê ketine destê wan.

Biryargeha Hemzeyê ya ku çalakiyên leşkerî yên Supaya Pasdaran ên li parêzgehên Sinê û Urmiyeyê bi rê ve dibe gef xwarin û got:

"Em dê bersiva her cure tevgera leşkerî ya li herêmê bidin."

 

Ev nûçe bi tevahî 30 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:05:21