Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dest bi dersên Kurdî dike

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê 2yê Adarê bi navê “Atolyeyên Serdema Biharê” dest bi dersên zimanê Kurdî dike.

26 Sibat 2024 - 09:52
26 Sibat 2024 - 09:52
 0
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dest bi dersên Kurdî dike

Li gorî daxuyaniya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, dê di atolyeya biharê de dersên zimanê Kurdî yên bi zaraveyên Kurmancî, Soranî û Kirmanckî/Zazakî bên dayîn.

Di atolyeyê de dersên Kurmancî dê ji asta destpêkê heta asta çarem bên dayîn.

Sê astên destpêkê rûbirû û online, asta çarem jî dê bi tenê rûbirû bê dayîn.

Tenê asta destpêkê ya Soranî dê bê dayîn ku ew jî online ye.

Herwiha asta destpêkê û asta duduyan a Kirmanckî jî dê rûbirû û online bên dayîn.

Hemû ders 2yê Adara 2024an dest pê dikin û dê heta 12 hefteyan wate 3 mehan berdewam bikin.

Ev nûçe bi tevahî 1508 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:20:39