Erdheja Efxanistanê: Zêdetirî 800 kesî canê xwe ji dest da

Li parêzgeha Kunarê ya li rojhilatê Efxanistanê erdhejeke bi hêza 6.0 pileyan rû da. Di erdhejê de zêdetirî 800 kesan canê xwe ji dest daye û zêdetirî 2 hezar û 500 kes jî birîndar bûne.

2 Îlon 2025 - 10:23
2 Îlon 2025 - 10:23
 0
Erdheja Efxanistanê: Zêdetirî 800 kesî canê xwe ji dest da

Li gorî Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS), navenda erdhejê li navçeya Kamayê ya nêzîkî sînorê Pakistanê ye û kûrahiya wê 8 kîlometre bûye.

Piştî erdheja sereke, herî kêm 2 erdhejên din jî çêbûne ku yek ji wan 5,2 pile bûye.

Berdevkê Hikûmeta Efxanistanê Zebîhulah Mucahîd ragihand ku hejmara miriyan derketiye ser 800î û ya birîndaran jî 2 hezar û 500î derbas kiriye.

Rayedarên herêmî diyar kir ku ev yek ji erdhejên herî tund e ku li welêt qewimiye.

Ofîsa Koordînasyona Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) jî ragihand ku li gorî daneyên destpêkê, li parêzgehên Kunar, Lagman, Nangerhar û Nuristanê 12 hezar kes rasterast di bin bandora erdhejê de mane.

OCHA da zanîn ku dibe ku hejmara miriyan zêdetir bibe çimkî tîmên rizgarkirinê hîn negihiştine hemû deveran.

Piraniya birîndaran li herêmên dûr û çiyayî ne ku ji ber kevir û aşûtan rêyên sereke hatine girtin.

Ji ber vê yekê, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi helîkopteran tên meşandin.

Federasyona Komeleyên Heyva Sor û Xaça Sor a Navneteweyî (IFRC) jî daxuyaniyek da û ragihand ku gelek malbat bêwar mane û pêdiviya wan bi alîkariya mirovî ya lezgîn heye.

Li gorî IFRCyê, pêdiviyên lezgîn ji xwarin, ava paqij, xizmetên tenduristiyê, piştgiriya lêgerîn û rizgarkirinê û vekirina rêyan pêk tê.

Her wiha hat diyarkirin ku ambulans birîndaran vediguhêzin nexweşxaneyên ku ji ber qerebalixiyê tijî bûne.

 

Ev nûçe bi tevahî 17 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:38:52