Li Wanê pevçûna çekdarî: Kuştiyek û 2 birîndar

Li navçeya Bergiriyê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du malbatan de pevçûna bi çekan çêbû, di encamê de kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.

2 Îlon 2025 - 10:22
2 Îlon 2025 - 10:27
 0
Li Wanê pevçûna çekdarî: Kuştiyek û 2 birîndar

Li navçeya Bergiriyê di navbera du malbatan de nîqaş derket û paşê ev nîqaş vegeriya pevçûna bi çekan.

3 kes di pevçûnê de birîndar bûn.

Piştî agahdarkirinê, ambulans çû cihê bûyerê û birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Bergiriyê.

Ji birîndaran A.A. li nexweşxaneyê mir.

Tîmên ewlehiyê li taxê û li ber nexweşxaneya ku birîndar lê ne tedbîrên ewlehiyê wergirtin.

 

Ev nûçe bi tevahî 32 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:37:14