Erdogan: Di erdhejê de 912 kes bûn qurbanî û 5385 kesî birîndar in

Di erdhêja Mereşê de hejmara welatiyên ku canê xwe ji dest dane, gihişte 912 kesan.

6 Sibat 2023 - 08:35
6 Sibat 2023 - 08:35
 0
Erdogan: Di erdhejê de 912 kes bûn qurbanî û 5385 kesî birîndar in

Îro danê sibê erdheje bi hêza 7.7 pile li ser pîvera Richterê li parêzgeha Mereşê rû da, li Tirkiye, Bakur û Rojavayê Kurdistanê gelak xanî hilweşiyan û hejmarek mezin ji welatiyan bûn qurbanî.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan eşkere kir, di erdhêja Mereşê de 912 welatî canê xwe ji dest dane û 5 hezar û 385 welatî jî birîndar bûne.

Erdogan diyar kir, ji NATOyê heta Ewropayê 45 welatan dixwazin alîkariya Tirkiyê bikin.

Ev nûçe bi tevahî 1084 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:20:29