Erdogan: Gever û Cizîr dibin bajar

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe de ragihand ku wê Gever û Cizîr bibin bajar.

24 Gulan 2017 - 08:05
24 Gulan 2017 - 08:05
 0
Erdogan: Gever û Cizîr dibin bajar

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe ya Lijneya Giştî ya TOBBê de ragihand ku wê Gever û Cizîr bibin bajar.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe ya TOBBê de got: "Ne me gotibû wê Cizîr bibe bajar. Yanî Şirnex dê vegere ser Cizîrê. Colemêrg jî dê vegere ser Geverê. Ji ber ku bajarvanî karê min e. Çima? Ji bo ku tecrubeya min a şaredariyê heye. Ku der dikare bibe bajêr ku der nabe ez baş dizanim."

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de behsa mijara selefê kir û got: "Li her derê ji selefa zêde gazin hene, heye. Min wek serokwezîr û serokomar tim xiste rojeva xwe û he jî di rojeva min de ye. Ji bo ku ez tim vê behsê vedikim û bi zelal û eşkere dibêjim, ez selefa zêde wek wesîteya kedxwariyê dibînim. Di selefê de mentiqê qezencê tuneye, zêdetir mentiqê kedxwariyê heye."

Ev nûçe bi tevahî 1930 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:46:41