Erdogan: Li 10 bajaran bo 3 mehan Rewşa Awarte hat ragihandin

"Hejmara welatiyên ku di erdhejan de canê xwe ji dest dane, derketiye 5894 kesan."

8 Sibat 2023 - 03:46
8 Sibat 2023 - 03:46
 0
Erdogan: Li 10 bajaran bo 3 mehan Rewşa Awarte hat ragihandin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, li bajarên Mereş, Kilîs, Diyarbekir, Edene, Osmaniye, Dîlok, Riha, Semsûr, Meletî û Hatayê ku ketine bin bandora erdhejê, Rewşa Awarte (OHAL) hat ragihandin.

Derbarê hejmara qurbaniyan de ragihand, hejmara welatiyên ku di erdhejan de canê xwe ji dest dane, derketiye 5894 kesan, herwiha 26 hezar û 271 kes birîndar bûne.

Recep Tayyip Erdogan îro sêşemê di konferanseke rojnamevaniyê de daxwaz kir, alîkariya rizgarkirina wan welatiyan bikin ku ji ber erdhejê di bin kavilên avahiyan de asê mane û welatiyên ku ji ber erdhejê ziyan gihîştiye wan.

Erdogan derbarê hejmara qurbaniyan de ragihand, hejmara welatiyên ku di erdhejan de canê xwe ji dest dane, derketiye 5894 kesan, herwiha 26 hezar û 271kes birîndar bûne û bi hezaran kes ji bin avahiyên hilweşiyayî hatine rizgarkirin.

Ev nûçe bi tevahî 924 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:32:28