Erdogan li ser daxwaza Nêçîrvan Barzanî qedexeya li ser Balafirgeha Silêmaniyê radike
Li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan qedexeya li ser geştên asmanî yên Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê rakir.

Di demeke nêzîk de asmanê Tirkiyeyê dê ji geştên ji Balafirgeha Silêmaniyê re û ber bi wê ve were vekirin.
Biryar di civîna doh di navbera Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de li Enqereyê hat dayîn.
Endamekî şandeya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji Rûdawê re got:
"Serok Nêçîrvan Barzanî ji Serok Erdogan re got, ez dixwazim ku hûn cezayê li ser Balafirgeha Silêmaniyê rakin.
Erdogan telefona xwe xwest û yekser telefonî Serokê Saziya Firokevaniya Sivîl a Tirkiyeyê kir û jê pirsî, ev mesele çi ye?
Wî berpirsî jî da zanîn ku wan nû cezayê li ser Balafirgeha Silêmaniyê dirêj kiriye."
Li gorî heman çavkaniyê, Erdogan ji Nêçîrvan Barzanî pirsî, "Çima tu ev qas xema Silêmaniyê dixwî?" Serokê Herêma Kurdistanê jî gotiye, "Ma tu nizanî nîvê min Silêmanî ye?"
Erdogan li ser vê bersivê keniyaye û bi telefonê ferman daye Saziya Firokevaniyê ku cezayê li ser Balafirgeha Silêmaniyê rake û ji Nêçîrvan Barzanî re gotiye, "Gotina te nayê redkirin."
Tirkiyeyê 6ê mehê rawestandina geştên xwe yên ji bo Balafirgeha Silêmaniyê dirêj kiribû.
Enqereyê cara yekem 3yê Nîsana 2023yan bi hinceta “zêdebûna çalakiyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û zêdebûna bandora wê ya li balafirgehê” qada xwe ya asmanî li ber geştên Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê girtibû.
Hîmê Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê sala 2003yan hat danîn û sala 2005an bi awayekî fermî hat vekirin.
Nûvekirina herî dawî: 15:45:24