Hemas: Amerîkayê garantî da ku şer bi dawî bûye
Serokê Ofîsa Siyasî ya Tevgera Hemasê yê li Xezeyê ragihand ku Hemasê ji aliyê navbeynkaran û Amerîkayê ve garantî wergirtiye ku şerê Îsraîlê yê li Xezeyê "bi temamî bi dawî bûye".

Serokê Ofîsa Siyasî ya Tevgera Hemasê yê li Xezeyê û Serokê Şandeya Dan û Standinan a Hemasê Xelîl Heye her wiha da zanîn ku ji bo bidawîanîna şer, destpêkirina bicihanîna agirbesteke mayînde û lihevkirina li ser pevguhertina dîlên Filistînî û Îsraîlî, ew gihiştine rêkeftinê.
Xelîl Heye di peyameke vîdeoyî de got:
"Em îro gihiştine rêkeftineke ji bo bidawîanîna şer û destdirêjiya li ser gelê me, destpêkirina bicihanîna agirbesteke mayînde, vekişîna hêzên dagirker, anîna alîkariyan, vekirina Deriyê Refahê bi her du aliyan ve û pevguhertina dîlan radigihînin."
Xelîl Heye eşkere kir ku dê 250 girtiyên Hemasê yên ku li Îsraîlê cezayê heta hetayê li wan hatiye birîn, li gel hezar û 700 girtiyên din ên xelkê Xezeyê ku piştî 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan hatine desteserkirin, "li gel hemû zarok û jinan" bên berdan.
“Şer bi temamî bi dawî bûye”
Xelîl Heye anî ziman:
"Me ji birayên navbeynkar û birêvebiriya Amerîkayê garantî wergirtiye û hemûyan tekezî li ser wê yekê kiriye ku şer bi temamî bi dawî bûye.
Em dê bi hêzên niştimanî û Îslamî re ji bo temamkirina gavên din û ji bo bidestxistina berjewendiyên gelê Filistînê û diyarkirina çarenivîsa xwe karê xwe bidomînin, heta ku dewleta serbixwe ya Filistînê ku paytexta wê Quds be, were avakirin."
Xelîl Heye her wiha da zanîn:
"Me bi berpirsyariyeke mezin nêzîkatiya plana Serok Donald Trump kir û me bersivek pêşkêş kir ku berjewendî û mafên gelê me misoger dike û xwînrijandinê radiwestîne.
Her wiha nêrîna me ya ji bo rawestandina şer jî di nav de ye."
Xelîl Heye xîtabî xelkê Xezeyê kir û got:
"Cîhan mat ma li hemberî bexşîn, qurbanî, berxwedan û sebra we, ji ber ku hûn rastî şerekî hatin ku cîhanê mînaka wî nedîtiye û we li hemberî zilm û hovîtiya artêşa dijmin û komkujiyên wê li ber xwe da.
Em li pêşberî lehengiya mêrên berxwedanê û qehremanên wê ne ku ji xala sifirê şer kir û wekî çiyayekî mezin li hemberî tank, amûr û leşkerên dagirkeran sekinîn û planên dijmin yek li pey yekê pûç kirin, di nav de planên koçberkirin, birçîkirin û afirandina aloziyan."
Heye silav li gelê Filistînê yê li her derê, navbeynkarên li Misir, Qeter û Tirkiyeyê û hemû wan kesan kir ku li Yemen, Libnan û cihên din beşdarî şerê li dijî Îsraîlê bûne.
Heye her wiha, silav ji bo hemû alîgirên doza Filistînê li cîhanê û beşdarên "karwanên piştgirî û azadiyê yên li bejahî û deryayê" şand.
Serokê Amerîkayê Donald Trump doh rêkeftina di navbera Îsraîl û Hemasê de piştrast kir.
Nûvekirina herî dawî: 15:40:21