Erdogan li ser pêvajoyê axivî: Em dê astengiya herî mezin rakin
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, “Em dê astengiya herî mezin a li pêşiya biratiyê rakin
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî Civîna Kabîneyê daxuyanî da û “pêvajoya çareseriyê" nirxand.
Erdogan diyar kir ku ew di nava hewldaneke jidil de ne da ku yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya aborî, aramî û biratiyê rakin.
"Em dê lîstika sed salî xera bikin”
Erdogan bal kişand ser pêvajoya heyî û got:
"Ez hêvî dikim û bawer dikim ku 'kembera biratiyê' ya ku em dê bi vê pêvajoyê li herêma xwe ava bikin, dê hemû hesabên qirêj serûbin bike.
Ev kember dê lîstikên sed salî xera bike û deriyên serdemeke nû veke."
Serokkomarê Tirkiyeyê anî zimên ku ew dê bêyî ku bikevin "xefika provokasyonan" û teslîmî zimanê hêrsê bibin, ji bo vê armancê bixebitin.
"Kurd, Tirk, Ereb û Tirkmen"
Erdogan tekezî li ser kevneşopiya dewletê û “hiqûqa biratiyê” kir û wiha pê de çû:
"Çi Sunî çi Şîe, çi Kurd, çi Ereb, çi Tirkmen bin, sibe dema serê me têkeve tengasiyê em dê dîsa li deriyê hev bidin."
Erdogan di dawiyê de got, "Em li hemberî torên kaosê yên ku dixwazin em winda bikin, serkeftina bi biratiyê diparêzin."
Nûvekirina herî dawî: 13:10:09