Dayîka Aştiyê li Silêmaniyê koça dawî kir
Dayîka Aştiyê Aliye Timur a ku ji bo serdana xizmên xwe çûbû parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê, ji ber krîza dil koça dawî kir.
Li bajarê Silêmaniyeyê krîza dil li Dayîka Aliye Timura 45 salî ya ji parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê da.
Li nexweşxaneyê koça dawî kir
Tîmên tenduristiyê Dayîka Aştiyê Aliyê Timur piştî krîza dil veguhast nexweşxaneyê lê tevî hemû midaxeleyên bijîşkî koça dawî kir.
Dayîka Aştiyê Aliye Timur demeke dirêj bû ku di Meclisa Dayîkên Aştiyê de cih digirt.
Ew di heman demê de Birêvebira Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê bû.
Hat diyarkirin ku mirovên wê dê piştî kar û barên fermî cenazeyê wê bibe Colemêrgê.
Nûvekirina herî dawî: 08:49:50