Erdogan li ser pêvajoyê got: Em gihiştine qonaxa dawî

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser pêvajoya çareseriyê got, “Em gihîştin qonaxa dawî û em dê bi aramî bigihêjin armanca xwe.”

25 Tebax 2025 - 17:53
25 Tebax 2025 - 17:53
 0
Erdogan li ser pêvajoyê got: Em gihiştine qonaxa dawî

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro li navçeya Xelatê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê beşdarî bernameyekê bû.

"Em dê biratiya xwe xurtir bikin"

Erdogan diyar kir ku ew dê nekevin dafikên ku li pêşiya wan hatine danîn û got:

"Em dê rêzên xwe xurtir bikin, biratiya xwe xurtir bikin, mil bidin hev û bi hev re hemû êrişên ku yekitî û hevgirtina me dikin armanc, pûç bikin."

Wî her wiha amaje pê kir ku armanca wan ew e ku "Tirkiyeyeke bihêz û mezin" diyarî nifşên paşerojê bikin û ragihand ku ew dixwazin vê sedsalê bikin "Sedsala Tirkiyeyê".

“Em dê Tirkiyeyeke aram û ronahîtir ava bikin”

Serokkomarê Tirkiyeyê anî ziman ku ew ê bi xwe bawer bin û bi gavên bi biryar bimeşin û got, "Em ê li ser rêya xwe ya ber bi Tirkiyeyeke bêteror bimeşin ku dijminên me ditirsîne.

Em dê emaneta şehîd û gaziyên xwe ji dest nedin û hemû bi hev re Tirkiyeyeke aram û ronaktir ava bikin."

“Em gihiştine qonaxa dawî”

Erdogan bal kişand ser zehmetiyên ku dîtine û wiha dawî li axaftina xwe anî:

“Hûn dizanin me di vê rêyê de gelek êş kişandin û bedêlên giran dan, em ji navxweyî û derve rûbirûyê gelek êrişan hatin lê em li hember hemûyan bi ser ketin.

Em niha gihiştine qonaxa dawî. Bi hinekî din sebir, xîret û baldarî em dê ji vê qonaxê jî derbas bikin û bi hêsanî bigihîjin armanca xwe.”

 

Ev nûçe bi tevahî 32 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:01:18