Hêzeke Îsraîlê derbasî gundewarên Şamê bû
Hêzeke artêşa Îsraîlê ku ji nêzîkî 100 leşkeran pêk dihat, îro derbasî bajarokê Beyt Cinê yê li gundewarê rojavayê Şamê bû.

Hêzeke artêşa Îsraîlê ku ji nêzîkî 100 leşkeran pêk dihat, îro derbasî bajarokê Beyt Cinê yê li gundewarê rojavayê Şamê bû.
Li gorî Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirov (SOHR), hêzên Îsraîlê gule li hinek kesan reşandine lê ti zererên canî çênebûne.
"Armanc, têkdana ewlehiya sivîlan e"
Parêzgariya Şamê derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û ragihand ku artêşa Îsraîlê îdia dike ku operasyon bi hinceta lêgerîna li "têkderan" hatiye kirin, lê "armanca rastî, têkdana ewlehiya sivîlan e."
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku xelkê bi awayekî aştiyane xwenîşandan kiriye û daxwaza vekişîna hêzên Îsraîlê kiriye, lê rastî guleşandinê hatine.
Parêzgariya ew êrişê wekî tawaneke eşkere bi nav kir.
Hêzên Îsraîlê 27ê Hezîrana borî jî derbasî derdora heman bajarokî bûbûn, xaleke kontrolê danîbûn û piştre vekişiyabûn.
Nûvekirina herî dawî: 20:58:24