Erdogan û Ebduletîf Reşîd pêwendiyeke telefonî pêk anî

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û Serokkomarê Îraqê Ebduletîf Reşîd di pêwendiyeke telefonî de mijarên wekî “rûbirûbûna terorê”, Projeya Rêya Geşepêdanê û pêwendiyên dualî gotûbêj kirin.

9 Avrêl 2024 - 16:38
9 Avrêl 2024 - 16:38
 0
Erdogan û Ebduletîf Reşîd pêwendiyeke telefonî pêk anî

Serokkomariya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Recep Tayîp Erdogan û Ebduletîf Reşîd pêwendiyeke telefonî pêk anî.

Li gorî daxuyaniyê di pêwendiya telefonî de danûstanên Enqere û Bexdayê, “rûbirûbûna terorê”, mijarên herêmî û Projeya Rêya Geşepêdanê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha hat gotin ku Erdogan û Ebduletîf Reşîd Cejna Remezanê li hev pîroz kir.

Biryar e Erdogan di nava vê mehê de biçe Bexdayê û bi Serokwezîr û Serokkomarê Îraqê re bicive.

Ev nûçe bi tevahî 822 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:58:20