Serok Barzanî: Hêvîdar im ev cejn bibe sedema aramî û aştiyê bo hemû cîhan û navçeya me

Serok Barzanî bi boneya hatina cejna Remezanê, peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de ragihand, “Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku rojî û îbadetên hemû misilmanan qebûl bike û ev cejn bibe çavkaniya aştî û aramiyê ji bo hemû cîhanê û navçeya me.”

9 Avrêl 2024 - 16:41
9 Avrêl 2024 - 16:41
 0
Serok Barzanî: Hêvîdar im ev cejn bibe sedema aramî û aştiyê bo hemû cîhan û navçeya me

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Bi boneya hatina cejna Remezanê ya pîroz, ez pîrozbahiyeke germ li hemû misilmanên cîhanê, Iraq û Kurdistanê dikim. Vê cejnê li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên Kurdistanê pîroz dikim.”

Herwiha Serok Barzanî got: “Di vê boneya pîroz de, ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku rojî û îbadetên hemû misilmanan qebûl bike. Hêvîdar im ev cejn bibe sedema aramî û aştiyê bo hemû cîhan û navçeya me û bextewerî û aramiyê bo gelê Kurdistanê bîne.”

Ev nûçe bi tevahî 440 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:06:51