Eshed Şeybanî û şandeya ENKSyê li hev civiyan
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî li Şama paytexta Sûriyeyê şandeyeke Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) pêşwazî kir.
ENKSyê li ser civînê daxuyanî da û diyar kir ku ev hevdîtin nîşaneya zêdebûna bandora siyasî ya ENKSyê û rola wê ya sereke ya di temsîlkirina Pirsgirêka Kurdan de ye.
Li gorî daxuyaniyê aliyan di civînê de teqezî li ser pêdiviya naskirina destûrî ya gelê Kurd wekî şirîkekî resen ê Sûriyeyê kir.
Di hevdîtinê de misogerkirina mafên neteweyî, siyasî û çandî yên Kurdan hat gotûbêjkirin.
Aliyan destnîşan kir ku divê prensîba şirîkatiya niştimanî ya rasteqîn were çespandin û taybetmendiyên gelê Kurd di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî, pirreng û demokratîk de werin parastin.
ENKSyê eşkere kir ku aliyan li ser rêyên vekirina diyalogeke siyasî ya cidî axivîn.
Hat diyarkirin ku divê Pirsgirêka Kurdan wekî pirsgirêkeke niştimanî û adil di her çareseriyeke paşerojê ya Sûriyeyê de di cihê xwe yê rast de were dîtin û nabe were piştguhkirin.
Nûvekirina herî dawî: 13:02:43