Felah Mistefa: Pirsa serxwebûnê ligel Bexdayê yekalî dikin

Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa radigihîne, pêwendiya serxwebûna Kurdistanê ne bi Tehran û Enqerê re ye, ev pirs ligel Bexdayê yekalî dikin.

19 Adar 2017 - 06:19
19 Adar 2017 - 06:19
 0
Felah Mistefa: Pirsa serxwebûnê ligel Bexdayê yekalî dikin

Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa di çarçoveya beşdarîkirina di Konferansa Asayişa Rojhilata Navîn de li Stenbolê ragihand, Iraqê ti deman mîkanîzm bo çareserkirina pirs Kurd dananiye û sînorên çêkirî li Rojhilata Navîn jî serkeftî nebûne.

Di berdewamiya axaftina xwe de Mistefa got: “Herdem me daxwaza serxwebûnê xwe kiriye û Kurd li Iraqê hatine cezakirin û Bexda hevkariya Herêma Kurdistanê nake û Iraq wek pêwîst sûd ji jêderan nedîtiye.”

Ev nûçe bi tevahî 2188 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:11:44