Fermandarê Pêşmergê: Bila Heşdî Şabî ji Kurdistan'ê derkeve

Fermandarê Pêşmergeyên Eniya Rojavayê Kerkûk'ê Kemal Kerkûkî dibêje ku em li hember êrişên rêxistina teror DAÎŞ'ê amadene û em naxwazin ku Hêzên Milîsên Şiî Heşdî Şabî liser axa Kurdistan bimîne.

14 Tebax 2017 - 06:02
14 Tebax 2017 - 06:02
 0
Fermandarê Pêşmergê: Bila Heşdî Şabî ji Kurdistan'ê derkeve

Kemal Kerkûkî axaftina xwe ya Kurdistan24'ê re kiriye de dibêje; “Em weke Pêşmergeyên Kurdistanê, ti pêwendiyekê li gel vê hêzê saz nakin. Ev hêzeke ne yasayî ye û ne birêxistinkirî ye. Ew ji bo Kerkûkê pir metirsîdar in û ne ji bo parastina Kerkûkê ne. Jiber van a jî em naxwazin ku Heşdî Şabî li ser deverên Kurdistan'ê de bimînin."

Kerkûkî devama axaftinê dedibêje ku; "Hêzên Pêşmerge her şert û mercê de Kurdistan parastiye û diparêze. Em tu pêdiviyek Heşdî Şabî nabînin. Jiber vê jî ger ev hêz ji axa me derbikevin."

Ev nûçe bi tevahî 1175 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:07:21